Sîrketa Gazpromê ya Rûsyayê dê gaza difrose Avûstûryayê rawestîne
PeyamaKurd - Şîrketa Gazpromê ya Rûsyayê ji bo şîrketa gazê ya Avûstûryayê ya bi navê OMV xeberê şand ku wê ji îro serê siba û pê de gazê neşîne Avûstûryayê.
Şîrketa gaz û Petrolê OMV ya Avûstûryayê di mijarê de daxwuyanî da û got:
“Şîrketa hilberîner ya gazê ya Rûsyayê Gazprom, dê ji îro serê sibê seet ji 05.00an û pê de sewqiyata gazê ji bo Awûstûryayê neke û xeberê daye me.”
OMV got ku xwe ji bo vê kiryara Gazpromê amade kiribûn û dikarin gazê bidin muşteriyên xwe.
Gazprom a Rûsyayê, di mijarê de hêj daxwuyanî nedaye çapemeniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin