Rûsyayê gaza ku diçe Fransayê bi temamî qut kir

17 June 2022 17:37 0 dîtin
Rûsyayê gaza ku diçe Fransayê bi temamî qut kir

PeyamaKurd – Piştî dorpêçên ku welatên Ewropayê ji ber şerê Ukraynayê bi ser Rûsyayê de sepandine, ji Rûsyayê jî hemleyên nû tên.

Hat ragihandin ku Rûsyayê, gaza siruştî ya diçe Fransayê bi temamî qut kir ku êdî wê Fransa nikaribe gazê ji Rûsyayê veguhêze.

Kompaniya GRTGAZ a ewropî eşkere kir ku kompaniya Rûsya ya gazê Gazpromê ji 15ê Hezîranê ve gaza ku diçe Fransayê qut kiriye.

Hat diyarkirin ku, Fransayê bi rêya xeta boriyê ji sedî 17ê gazê ji Rûsyayê hawirde dikir û rêjeyek din jî bi rêya keştiyên LNB ji Rûsyayê hawirde dikir.

Li gorî daxuyaniyê êdî wê Fransa nikaribe gaza rûsî bikar bîne û stoka gaza Fransayê ji %50 bo %56 hatiye zêdekirin daku kêmbûna gazê li welat çênebe.