Macron: Divê em xwe ji bo payîzeke sar û dijwar bêyî gaza Rûsyayê amade bikin

15 July 2022 11:29 0 dîtin
Macron: Divê em xwe ji bo payîzeke sar û dijwar bêyî gaza Rûsyayê amade bikin

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, divê ew xwe ji bo payîzeke sar û dijwar (bêyî gaza Rûsyayê) amade bikin.

Emmanuel Macron da zanîn, Rûsya gaz û xurekê weke çekek bi kar tîne û got: “Divê em hemû bi hev re li rojava, xwe ji bo senaryoya herî xerab amade bikin.”

Herwiha Macron destnîşan kir: “Rûsya enerjî û xurekê weke çekek bi kar tîne, ez di wê baweriyê de me ku em hemû bi hev re xwe ji bo senaryoya nemana gaza Rûsyayê amade bikin, ev senaryo rastî ye.”

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Ez ji hikûmet û îdareyan daxwaz dikim di vê Havînê de planekê amade bikin, da ku di payîz û zivistanê de bikaranîna gazê kêm bikin.”

Serokê Fransayê herî dawî got: “Li gor vê planê, em ji hemû welatiyan daxwaz dikin, bizanin ku çawa gaz û elektrîkê kêmtir bi kar bînin.”