Macron: Divê Ûkrayna dikaribe hêrisî axa Rûsyayê bike

29 May 2024 15:36 0 dîtin
Macron: Divê Ûkrayna dikaribe hêrisî axa Rûsyayê bike

PeyamaKurd -Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku divê Ûkrayna dikaribe li hember gefên hêrişeke rasterast a Rûsya ya ji aliyê rojhelat ve, hêrişî armancên nav axa Rûsyayê bike.

Emmanuel Macron ku piştî 24 salan, wek serokkomarê Fransayê, yekem car serdana Almanyayê kir, di vê serdana xwe de bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re hevdîtin pêk anî.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar a Macron û Scholz de Macron, di derbarê şerê Ûkrayna û Rûsyayê de daxuyaniyên balkêş dan.

Macron diyar kir ku divê Ûkrayna li hemberî gefên hêrişeke rasterast a ji aliyê rojhelat ve, di hêrişkirina armancên leşkerî yên nav axa Rûsyayê de azad be.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got: "Divê em destûrê bidin Ûkraynayiyan ku dikaribe binkeyên leşkerî yên nav axa Rûsyayê ku mûşek jê têne avêtin bêbandor bike, lê belê ne armancên sivîl ên leşkerî. Bi vî awayî wê tengijînî zêdetir nebe."