Emmanuel Macron: Divê demildest agirbest li Lubnanê were sepandin
PeyamaKurd – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di hevdîtina xwe ya bi Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî re, banga agirbesteke lezgîn li Lubnanê kir û got ku divê demildest êrîşên Hizbullahê bên rawestandin.
Di dema ku Îsraîl êrîşên dijwar li ser Lubnanê dike, bangên ji bo agirbestê berdewam dikin.
Emmanuel Macron bi Serokê Meclisa Lubnanê Nebîh Berrî re hevdîtin kir û pevçûnên ku diqewimin gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de Macron got, "Divê demildest li Lubnanê agirbest pêk bê" û êrîşên Hîzbullahê demildest bên rawestandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin