MSB: Divê PKK çekên xwe radest bike û bi mijara agirbestê tevlîheviyê çêneke
PeyamaKurd - Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê Zekî Akturk li ser banga Abdullah Ocalan a fesihkirina PKKê û bersiva rêxistinê daxuyanî da û got "Girîng e ku dereng be jî PKKê fêm kiribe ku bi terorê nikare tiştekî bi dest bixe û ji bilî xwefesihkirinê ti çareya wê nîne.”
Zekî Akturk di civîna heftane ya agahdarkirinê de li ser mijara ragihandina agirbestê ya PKKê li ser banga Ocalan jî got, “Divê bi derxistina mijarên wekî agirbestê yên ku di nivîsarê de cih nagirin, hewl neyê dayîn ku tevlihevî bê çêkirin."
Herwiha Akturk diyar kir ku divê PKK û hemû komên girêdayî wê dawî li çalakiyên xwe bînin, xwe fesih bikin û bê şert û merc çekên xwe radest bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin