“Ebadî razî bûye dê çekên Amerîkî radestî Pêsmerge bike”

20 July 2018 01:21 0 dîtin
“Ebadî razî bûye dê çekên Amerîkî radestî Pêsmerge bike”

PeyamaKurd - Cîgirê sekreterê giştî yê Wezareta Hêzên Pêşmerge Qehreman Şêx Kemal ragihand ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî qebûl kiriye ku çekên Amerîkî radestî hêzên Pêşmerge bên kirin.

Li gorî nûçeya ajansa Kurdpressê, Fermandar Qehreman Şêx Kemal radigihîne ku Amerîkayê biryara şandina çiqên 3 û 4 ên Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daye û ev alîkarî maşînên eskerî û çekên pêwîst digirin ber xwe lê, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya niha razî nebibû ku wan bidin hêzên Pêşmerge.

Cîgirê sekreterê giştî yê Wezareta Hêzên Pêşmerge bal dikişîne ser vê yekê ku, radestkirina her cure alîkariya ji derve bo hêzên Pêşmerge hewcedarê rizamendiya Bexdayê ye, dîyar kir ku Ebadî razî bûye ku çekên hanê bidin hêzên Pêşmerge û her du çiqên navbirî yên hêzên Pêşmerge jî bi destê Amerîkayê bên şandin.

Amerîkayê berî vîya jî 2 çiqên hêzên Pêşmerge teyar kiribûn û di çarçova protokola eskerî ya digel Wezareta Pêşmerge de her meh pişkeke meaşê hêzên Pêşmerge wek alîkarî dide Wezareta Pêşmerge.