ji sedî 59ê axa Brazîlê tûsî hiskesaliyê bûye

12 September 2024 13:15 0 dîtin
ji sedî 59ê axa Brazîlê tûsî hiskesaliyê bûye

PeyamaKurd - Rayedarên Brazîlî ragihandin ku li welat hişkesaliya herî dijwar a 70 salên dawî tê jiyîn û destnîşan kirin ku ji sedî 59ê axa Brazîlê tûşî hişkesaliyê bûye.

Berpirsa Navenda Çavdêrî û Hişyariya Lezgîn a Karesatên Xwezayî ya Neteweyî Paula Cunha da zanîn ku qadên axa Brazîlê yên ku tûşî hişkesaliyê bûne, bi qasî nîvê axa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.

Avên çemên Amazonê zêde kêm bûne

Cunhayê ragihand ku avên çemên kortala Amazonê pir kêm bûne û hin çemên ku wek reh diherikin Amazonê bi temamî zuha bûne.

Paula Cunhayê diyar kir ku li gelemperiya Brazîlê, şewatên daristanên ku di bin parastinê de ne ziyaneke mezin dane jîngehên vî welatî û dom kir:

"Yekem car e ku hişkesaliyê ji bakur ta başûr-rojavayê welat xeteke berfireh daye ber xwe. Ev rewş, ziyana herî mezin a dîroka Brazîlê ye."