DYA: Ji sedî 90ê Agirbesta Xezzeyê temam bûye
PeyamaKurd – Rêveberiya DYAyê ragihand ku ji sedî 90ê peymana agirbesta li Xezzeyê pêk hatiye û di navbera aliyan de muzakereyên “pevguhertina girtî û êsîran” û “Korîdora Filadelfiyê” dewam dikin.
Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya ku bi telekonferansê hat lidarxistin de rewşa dawî ya pêvajoya agirbesta li Xezzeyê û hûrgiliyên muzakereyan nirxand. Rayedarê Amerîkî diyar kir ku pêşnûmeya peymanê ya ku niha li ser maseyê ye, bi giranî bi metna ku Hamasê berê di Tîrmehê de li ser qebûl kiribû, li hev dike.
Wî herwiha diyar kir ku di metna peymanê de 18 beş hene ku 14 ji wan hatine fêmkirin û wek metna berê, 1 beş li ser hûrgiliyên teknîkî ye û 3 beşên mayî jî hûrguliyên li ser pevguhertina girtiyên Filistînî bi girtiyên Hamasê re hene.
Herwiha diyar kir ku di beşên têkildarî pevguhertina girtiyan de hê jî mijarên ku divê bên nîqaşkirin hene û got, "Di esasê de ji sedî 90ê vê peymanê (agirbestê) li ser hatiye lihevkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin