Blinken dubare kir: Alî li ser agirbesta Xezzeyê ji sedî 90 li hev hatine
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken, li gel redkirina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî angaşta rêveberiya DYAê ya ku agirbesta li Xezzeyê nêzîk bûye, dubare kir.
Blinken, di serdana xwe ya fermî ya welatê Haîtîyê ya Karayîpê de ji rojnamevanan re got: "Li gorî tiştên ku min dîtiye, ji sedî 90 lihevhatin pêk hatiye, lê belê çend mijarên krîtîk hene ku divê bêne têgihîştin û wê çawa hin xalên peymanê bêne bicîhkirin."
Wezîrê Derve yê DYAyê careke din destnîşan kir ku ji bo agirbesta li Xezeyê ya ku ji ber hêrişên domdar ên Îsraîlê heta niha pêk nehatiye, ji sedî 90 lihevkirinek pêk hatiye.
Blinken diyar kir ku di van rojên dawî de mijarên bi nakok ên agirbestê, di nav wan de Korîdora Phelidelphia ya di navbera Xêza Xezzeyê û Misirê û detayên di derbarê çawaniya pevguhertina dîl û girtiyan de, di van rojên dawî de hatine gotûbêjkirin û got: "Bi rastî jî erka her du aliyan e ku di xalên ku hê lihevkirin nebûye de bêjin erê."
Blinken diyar kir ku ew hêvî dikin di rojên pêş de ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên agirbestê, ramanên xwe parve bikin û got: "Her roja ku alî li ser agirbestê li hev nakin, tiştek din dikeve navberê û ev ji bo peymanê xetere ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin