Blinken ji bo agirbesta li Xezzeyê derdikeve gera Rojhilata Navîn!

10 June 2024 08:48 0 dîtin
Blinken ji bo agirbesta li Xezzeyê derdikeve gera Rojhilata Navîn!

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Antony Blinken ku ji bo hevdîtinên agirbestê yên li Xezzeyê wê dest bi gera nû ya Rojhilata Navîn bike, wê di 10-12ê Hezîranê de li Misir, Îsraîl, Urdun û Qeterê hevdîtinan pêk bîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da hat destnîşankirin ku Blinken wê di 10ê Hezîranê de biçe gera Rojhilata Navîn a 3 rojan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Blinken ji bo lezkirina pêvajoya muzakereyê ya di navbera aliyan de piştî pêşniyara agirbestê ya 3 qonaxa ku ji aliyê Serokê DYA Joe Biden ve hat ragihandin, wê li herêmê têkiliyên dîplomatîk ên nêzîk pêk bîne.

"Wezîr Blinken wê girîngiya qebûlkirina pêşnûmeya ku niha li ser maseyê ye, ku hema hema bi pêşniyara Hamasê ya meha borî re wekhev e."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Blinken wê tekezî li ser wê yekê bike ku pêşnûmeya agirbestê wê hem bi kêrî Îsraîlê û hem jî ji aliyê Filistînê ve were.