Rojava | ‘Ji ber êrîsên Tirkiyê binesaziya elektrîkê ji sedî 50 wêran bûye’
PeyamaKurd – Desteya Enerjiyê ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên ser binesaziya herêmê, ji sedî 50yê bingeha elektrîkê wêran bûye û xizmetê nade.
Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê ragihandiye ku ziyanên gihîştine qada elektrîkê li herêma Cizîrê ji sedî 50î ye ku derketina ji xizmetê ya stasyonên elektrîkê rasterast bandorê li stasyonên av, petrol û gazê dike û ev jî bûye sedema karesateke mezin.
Hatiye diyarkirin ku xisarên ku li hemû qadên hatine hedefkirin çêbûne, bi qasî 1 milyar û 270 mîlyon û 201 hezar û 782 dolarê Amerîkî ye.
Hêjayî gotinê ye, di êrîşên 4-9ê Cotmehê yên asmanî yên Tirkiyê de, binesaziya Rojavayê Kurdistanê hatibû hedefgirtin û di encamê de, xisareke mezin bi taybet li ser santralên elektrîkî çûbûye ku ev yek bûye sedema karesateke mirovî li herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin