Rojava | Di êrîsên Tirkiyê de santrala elektrîkê ji kar hat xistin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê bi balafirên bêmirov êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û herî dawî li bajaroka Eyn Îsayê santrala elektrîkê û bendeke kontrolê ya Asayîşê hatiye armanc kirin.
Li gorî zanyariyan, santrala elektrîkê ya Eyn Îsayê piştî êrîşê ji kar hatiye xistin û xelkê herêmê bê elektrîk maye.
Herwiha çavkaniyên herêmê ragihandine ku benda kontrolê ya Asayîşê jî bûye armanca êrîşê û hevdem navçeya Çelebî ya dikeve rojhilatê Kobanê jî hatiye bombebaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin