Rojava | Dronên Tirkiyê nexwesxane û santrala elektrîkê bombe kir

06 October 2023 17:28 0 dîtin
Rojava | Dronên Tirkiyê nexwesxane û santrala elektrîkê bombe kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşên du rojên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin de, îro 6ê Cotmehê droneke Tirkiyê westgeha Siwêdiyê ya elektrîkê 3 caran bombe kir û ziyanên mezin gihandinê.

Herwiha li gorî çavkaniyan droneke din a Tirkiyê jî îro 6ê Cotmehê nexweşxaneya Covid a li gundê Girê Fera yê Dêrikê bombe kir û nexweşxane bi temamî ruxiya.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye, droneke Tirkiyê westgeha Siwêdiyê ya elektirîkê 3 caran topbaran kir û ziyanên madî yên mezin gihîştin wê westgehê, lê ti zanyariyên canî nehatine bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye, santrala elektrîkê ya Siwêdiyê li nêzî kêlgeha Rimêlanê û kargeha gazê ye û elektrîkê dide herêma Cizîrê.

Artêşa Tirkiyê doh jî navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiribû û binesazî, saziyên xizmetguzariyê, westgehên gaz û petrolê kiribûn armanc ku hejmarek kesan jî can dabû.