Koça ji Tirkiyeyê ji sedî 53 zêde bûye: Ciwan direvin
PeyamaKurd - Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) îstatîstîkên koçberiyê yên sala borî eşkere kir. Li gorî raporê hejmara kesên ji Tirkiyeyê koç kirine li gorî sala borî ji sedî 53 zêde bûye. Ji Tirkiyeyê herî zêde kesên di temenê navbera 25-29 salî de koç dikin.
Ji kesên ku ji derve hatine Tirkiyeyê 101 hezar û 677 welatiyên Tirkiyeyê û 214 hezar û 779 jî welatiyên biyanî ne.
Li gor rapora TUIKê di sala 2023an de hejmara kesên ku koçî Tirkiyeyê kirine li gor sala borî ji sedî 35,9 kêm bûye û derketiye 316 hezar û 456 kesan. Ji wan ji sedî 54,2 jê mêr û ji sedî 45,8 jî jin in.
Koça derve zêde bûye
Hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê koçî dervayî welêt kirine 714 hezar û 579 kes e û li gor sala 2022an ji sedî 53 zêde bû.
Ji sedî 55,2yê vê gelheyê ji mêran û ji sedî 44,8 jî ji jinan pêk tê.
Hat diyarkirin ku 291 hezar û 377 kesên ku ji Tirkiyeyê çûne derveyî welêt welatiyên Tirkiyeyê ne, 423 hezar û 202 jî welatiyên biyanî ne.
Dema li komên temen ên kesên ji Tirkiyeyê koç dikin tê nihêrîn, tê dîtin ku herî zêde kesên temenê wan di navbera 25-29 salî de ne koç dikin û rêjeya wan ji sedî 15 ye.
Piştî wan, kesên ku di sala 2023an de koçî Tirkiyeyê kirine ji sedî 12,9 û koma 20-24 salî ji sedî 12,5'an hatin lêkolînkirin, hate dîtin ku di rêza yekemîn de koma 20-24 salî cih digire û rêjeya wan jî ji sedî 12,7 e. Paşê yên di navbera 25-29 salî de ji sedî 10,8 û yên di navbera 15-19 salî de jî ji sedî 10,3 tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin