Borrell: Girîngiya jeopolîtîk a Tirkiyeyê hîn zêdetir zêde bûye

01 November 2024 08:58 0 dîtin
Borrell: Girîngiya jeopolîtîk a Tirkiyeyê hîn zêdetir zêde bûye

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku girîngiya Tirkiyeyê ya jeopolîtîk her ku diçe zêdetir dibe. Borell got, "Tevî ku rêjeya lihevhatina bi polîtîkaya me ya derve re kêm be jî, ji bo ku em têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bidomînin sedemên têrker hene."

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, di civîna çapemeniyê ya ku Pakêta Berfirehkirinê ya 2024an hat eşkerekirin de axivî û nirxandinên xwe yên dawî yên derbarê Tirkiye, Sirbîstan, Arnavuta, Montenegro, Makedonyaya Bakur, Bosna û Herzegovîna, Kosova, Ukrayna û Moldovayê de kirin.

Borrell bal kişand ser girîngiya Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê: "Tirkiye welatekî berendam e ku di şert û mercên heyî de girîngiya wê ya jeopolîtîk gelekî zêde bûye. Tirkiye gelekî girîng e. Ji ber ku şert û mercên jeopolîtîk di serdema xwe ya herî dijwar a demeke dirêj de derbas dibe."