Denmark: Divê hevkariya bi Tirkiyeyê re zêdetir bibe

19 February 2023 20:00 0 dîtin
Denmark: Divê hevkariya bi Tirkiyeyê re zêdetir bibe

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Denmarkê Lars Lokke Rasmussen, piştî erdhejên ku navenda wê Mereş bû û li 11 parêzgehan bandorên wêrankir peyda kirin, bang kir ku di navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyeyê de hevkarî zêdetir bibe.

Lars Lokke Rasmussen, di beşdariya 59. Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ya Almanyayê de axivî û da zanîn ku piştî van erdhejên wêrankir, divê ew bi gelê Tirkiyeyê re di nav piştevaniyê de bin.

Rasmussen bal kişand ku gelek welatên Ewropayê û Denmarkê biryar dane ku alîkariya mirovî bidin Tirkiyeyê û got, "Dem hatiye ku em pêdiviyên dostaniya xwe bi cih bînin."

Rasmussen diyar kir ku divê YE encamên erdhejê yên demdirêj li ber çavan bigire û ji bo kesên ku di erdhejê de mexdûr bûne jî lez bide alîkariyên mirovî.

Rasmussen diyar kir ku ew niha hewil didin bi rêya Xaça Sor û rêxistinên sivîl alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê û got,

"Helbet dê encamên vê alîkariyê jî hebin, ev erdhej dê bandoreke demdirêj li Tirkiye bihêle. Ji bo vê yekê pêwîstiya me bi hevkariyeke nêzîk heye. Ji bo telafîkirina vê yekê, divê em di warê bazirganiyê û veberhênanê de têkiliyên xwe nêzîk bikin.”