Almanya | Divê li ser koçberan hevkariya bi Tirkiyeyê re bê zêdekirin
PeyamaKurd – Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê diyar kir, divê li ser koçberan hevkariya bi Tirkiyeyê re bê zêdekirin.
Li gorî amarên Daîreya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF), di 8 mehên destpêkê de hejmara koçberên ku çûne Almanyayê ji sedî 77 zêde bûye û gihîştiye 204 hezar kesan.
Herwiha herî zêde welatiyên Sûriye, Afxanistan û Tirkiyeyê wek koçber diçin Almanyayê.
Hat zanîn ku Opozîsyona Almanyayê ji bo ku rê li ber koçberên qaçax bê girtin ji hikûmetê daxwaza tedbîrên tundtir dike.
Almanya wê li ser sînorên Polonya, Çekya û Swîsreyê xalên kontrolê dayîne.
Li gor Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ji medyaya welatê xwe re axivî û diyar kir:
“Herçiqas li ser sînoran xalên kontrolê bên danîn jî hatina koçberan bi temamî nayê astengkirin.”
Nancy Faeser eşkere dike, divê bi Tirkiyeyê re hevkariyeke nêzîk hebe û got:
“Pêwîst e rêkeftina koçê ya bi Tirkiyeyê re were nûjenkirin. Rêkeftina penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de bi başî bi rê ve naçe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin