Rûsya: Projeya navenda gaza rûsî ya Tirkiyê karekî zehmet e!

20 March 2023 21:27 0 dîtin
Rûsya: Projeya navenda gaza rûsî ya Tirkiyê karekî zehmet e!

PeyamaKurd - Berdevkê Koşka Seroktiya Rûsya Kremlînê Dmitriy Peskov, îro 20ê Adarê ji rojnamevanan re axivî û derbarê projeya avakirina navenda gaza rûsî li Tirkiyeyê daxuyanî dan.

Peskov got ku Rûsya û Tirkiye wê pêkanîna projeya navenda gazê bidomînin û diyar kir, “Aw proje pir tevîhev e. Ev karekî zehmet e, jê re dem pêwîst e.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dawiya sala 2022yan, ji bo şikandina dorpêçên welatên ewropî yên bi sedema şerê Ukraynayê pêşniyar li Erdogan kiribû navendeke belavkirina gaza Rûsyayê li Tirkiyeyê were avakirin, da ku ji wir gaza rûsî bişînin Ewropayê.

Ev pêşniyara Pûtîn ji aliyê welatên ewropî ve hatibû rexnekirin ku dixwaze dorpêç û cezayên li ser Rûsyayê werin şikandin û bêwatekirin.

Li aliyê din di demeke ku li Tirkiyeyê amadekariyên hilbijartinên 14ê Gulanê têne kirin de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 19ê Adarê ragihand ku Enqere hewl dide projeya navenda gazê di zûtirîn demê de were avakirin.