Bexda: “Destûra Iraqê wê bibe bingeha peymana Hewlêr û Bexdayê
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got ku pêdivî bi koordînasyonekî bi temamî bo navbera hukumeta Hewlêrê û Bexdayê heye. Heyeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Qubad Talabanî de, li Bexdayê bi serokwezîr Kazimî re civiya. Li ser civînê ji afîsa serokwezîrtiya Iraqê hat ragihandin ku bi sedema ketina bihayê petrolê û pandemiyê, bo çareserî bê dîtin pêdivî bi hevkariyekî baş ya hukumeta Bexda û Hewlêrê heye. Berdevkê hukumeta Bexdayê Ahmed Mela Telal îro li ser îmzekirina peymana navbera Hewlêrê û Bexdayê bo çapemeniyê weha got:
“ Xaleka peymanê û encama wê ev e: Hukumeta Iraqê li hemberê hemwelatiyên Kurd berpirse. Bend û şertên peymanê hene. Divê terefê herêma Kurdistanê bi bend û şertên peymanê û destûra Iraqê re sadiq bimîne. Biryarên ku me di derbarê petrolê, deriyên sînor û dahatên din de daye, divê herêma Kurdistanê cîbicîh bike. Ev peyman demkî ye heya budeçe ya sala 2021an bê qebûlkirin. Mijara budçeyê bi diyalogekî daîmî tê çareserkirin. Lê wê qanûna bingehîn bibe bingeha lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê.”
Bedevkê serokê heyeta herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ragihand ku di hevdîtina bi heyeta hukumeta Bexdayê re, di serî de xercên darayî yên herêma Kurdistanê û temamê pirsgirêkên ku di navbera her dû terefan de hene, bo çareseriya wan û di derbarê budçe ya sala 2021 an de hat axaftin. Hewramî got ku hem li ser mijarên petrol, xaz, xercên malî, elektrîk, dahatên deriyên sînor biryarê dane ku komîsyonên hevbeş ava bikin. Biryarên komîsyonan divê li gor qanûna bingehîn be.
Vê seredana heyeta hukumeta Herêma kurdistanê bo Bexdayê, her dewama hevdîtinên berê yên bi Bexdayê re ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin