Tê gotin ku Bexdadî hewl dide da derbasî Iraqê bibe

27 April 2019 20:35 0 dîtin
Tê gotin ku Bexdadî hewl dide da derbasî Iraqê bibe

PeyemaKurd- Berê çend caran hat gotin ku serokê DEAŞê Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin lê niha di medya Iraqê de tê ragihandin ku Bexdadî dixwaze ji Palmîrayê derbasî Iraqê bibe lê nikare derbas bibe. Li gor ajansa BasNewsê ku ji binkeya nûçeya xwe dibe ser çavkaniyên ewlekariyê an medya Iraqê, Bexdadî li bajarê Pailmîrayê ya Sûriyê ye.

Di nûçeyê de hatiye ragihandin ku bi sedema tedbîrên xurt yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatine girtin, Bexdadî nikare derbasê Iraqê bibe. Li gor çavkaniya xeberê weha hatiye gotin:

“Bexdadî li Çiyayên Ebû Recmen xwe vedişêre. Planên wî hene ku derbasî axa Iraqê bibe.”