Hevserokê MSDê: Bêyî îmzeya Amerîkayê li Sûriyê çareserî nabe!
PeyamaKurd - Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, da xuyakirin ku her çiqas Rûsya dixwaze di nav Sûriyê de xwe bihêztir bike jî bêyî îmzeya Amerîkayê li Sûriyê çareserî nepêkan e.
Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, li demeke ku hewildanên bo yekrêziya aliyên Kurdî berdewam dikin geşedanên dawî yên li Sûriyê nirxandin û got, "Nûnerê Amerîka James Jeffrey û diyar dike ku Amerîka çareseriyê naxwaze, lê belê hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne. Lê belê çareserî li Sûriyê her tim hewcedarî îmzeya Amerîkayê ye."
Derar got: “Ji ber vê yekê, heta lihevkirinên din li herêmê çênebin, parvekirin û pêşxistina têkiliyan bi cih neyên, wê çareserî pêk neyê û dê rêveberiya Amerîkayê ne aram be.”
Hevserokê MSDê got ku Rûsya û Amerîka nexşerêya Sûriyê xêz kiriye û ya dawî Rûsya bi dosyaya Sûriyê erkdar kiriye.
Jixwe ev yek, ji encamên civîna sêalî ya Hezîrana 2019’an ku li Qudisê di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de pêk hatibû ye.
Derar bibîr xist, “Çareserî êdî ji destên aliyên Sûrî derketiyê û rola Tirkiyê nemaye, tenê bi rêya çeteyên xwe, wê mayîna xwe li Sûriyê misoger bike.
Hevserokê MSDê Riyad Derar dide xuyakirin, çareserî bi rola Rêveberiya Xweser pêkan e, lê ti rêveberiyeke navdewletî tune ye wê tev li çareseriyê bike ku tê çaverêkirin Amerîka Rêveberiyê, beşdarî çareseriyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin