Li Parlamentoya Iraqê ji bo derxistina Amerîkayê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hin fraksiyonên Parlamentoya Iraqê yên girêdayî komên çekdar ên bi ser Heşda Şeibî ve, hewl didin ku bi rêya parlamentoyê dawî li erka Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, bikin.
Fraksiyona Sadiqûn li parlamentoya Iraqê ku baskê siyasî yê koma Asayib Ehluleq e, piştgiriya xwe ji bo pêngava Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî tî nîşan da û ji bo derxistina hêzên Amerîkî jî, li parlamentoyê dest bi kampanya komkirina îmzeyan kir ku heta niha zêdetirî 50 îmze kom kirine.
Tevgera Nuceba ya girêdayî Heşda Şeibî ku rastî êrîşa Amerîkayê hatibû jî daxuyaniyek da û ragihand, hebûna Amerîka ji bo ewlehiya Iraqê metirsî ye.
Tevgera Nuceba xwest ku rê li destêwerdana Amerîkayê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bê girtin, ji ber ku “hebûna wan hêzan sedema lawazbûna artêşa Iraqê ye”.
Li gorî nirxandinên pisporan, vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê ne hêsan e, ji ber ku ew hêz di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de, li wir e.
Navenda Iraqî ya Lêkolînên Stratejîk daye zanîn, rêkeftina sala 2008an a di navbera Amerîka û Iraqê de rê nade ku hêzên Amerîkî bi hêsanî ji Iraqê derkevin û ji bo derxistina hêzên Amerîkayê, pêwîstî bi danûstandinên dirêjtir ên dibe pênc salan bidomin heye, ew jî dê bikeve piştî bidawîhatina erkê Mihemed Şiya Sudaanî.
Herwiha Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê jî raporek ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar re şandiye û daxwaz kiriye ku tedbîrên pêwîst ji bo bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê werbigire.
Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê sala 2003yan hêzên xwe şandibû Iraqê û di sala 2011an de jî vekişiyabû, lê di sala 2014an de wek beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê vegeriyaye Iraqê û erka xwa di nav hevpeymaniya navdewletî de li Iraq û Sûriyê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin