Parlamentarên Iraqê ji bo derxistina Amerîkayê îmze xwestin
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammbed Helbûsî ragihand ku ji bo hêzên biyanî ji Iraqê bên derxistin 55 parlamentaran daxwaza îmzeyê kiriye.
Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammbed Helbûsî îro li Bexdayê ji rojnamevanan re got, "Ji bo derxistina hêzên biyanî ji ser erda Iraqê ji 55 parlamentaran daxwaza îmzeyê hat ji me re. Emê vê mijarî di civînên serê Adarê de gotûbêj bikin.”
Helbûsî herwiha da xuyakirin ku ji bo derxistina hêzên Amerîkî ji welat helwesta Serokwezîr Adil Ebdulmehdî girîng e û diyar kir, hîn jî ji bo têkoşîna dijî terorê pêwîstiya Iraqê bi civaka navdewletî heye.
Helbûsî got, “Emê daxwaza îmzeyê di civînên meha Adarê de gotûbêj bikin. Lê divê pêşî em li benda pêkhatina îstiqrara Iraqê bin. Em piştre li ser derxistina hêzên biyarî biaxivin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin