Hesda Seibî ji bo derxistina Amerîka ji Iraqê îmzeyan berhev dike

01 January 2020 18:53 0 dîtin
Hesda Seibî ji bo derxistina Amerîka ji Iraqê îmzeyan berhev dike

PeyamaKurd - Endamekî Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî ku hêzên Heşda Şeibî yên şîe li xwe digire ragihand ku ew li parlamenê ji bo derxistina Amerîkayê ji Iraqê îmzeyan berhev dikin daku rêkeftina ewlehiyê û odeya operasyonên hevbeş ên bi Amerîka re werin hilweşandin.

Parlemanterê ji Hevpeymaniya Fetih Seid Xezalî ragihand, navnîşana sala 2020an dibe, na ji hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê re û tekez kir, serweriya ji hemû aliyê ku dixwazin ziyanê bigihînin Iraq û gelê wê re Iraqê hêleke sor e.

Xezalî got: “Me îmze kom kirine ji bo yasayeke taybet bi derkirina hêzên Amerîkî bikeve bernameya karê rûniştina parlemanê û bi hemû hêzên xwe kar ji bo derbaskirina wê yasayê dikin.”

Parlamentarê Hevpeymaniya Fetih ve diyar kir, serweriya Iraqê li pêş her tiştî ye, ew li pêş du riyan in, yan dê bibin xwedî serwerî, yan ewê welatê xwe bixin bin kontrola hejmûna Balyozxaneya Amerîkî, bê gûman jî ew rê nadin ev pirs dubare bibe.

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşa ser binkeyên Heşda Şeibî û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê, alîgirên Heşda Şeibî bi ser Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê de girtibûn ku ev yek bûbû sedema mezinbûna aloziyê û Amerîkayê jî gef li Îranê xwaribû ku bersivên tund bide û Îran berpirsiyarê serdegirtina balyozxaneyê girtibû.