Parlamentoya Iraqê biryara derxistina Amerîkayê da...

05 January 2020 20:01 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê biryara derxistina Amerîkayê da...

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê di civîna îro ya awarte de li ser projeyayasaya “derxistina hêzên biyanî ji Iraqê-Amerîka” biryar da. Danişîna parlamentoyê bi beşdariya 170 parlementeran dest pê kir û projeyasaya derxistina hêzên Amerîka ji Iraqê hat pesendkirin. Hat ragihandin ku dê parlamento roja Şemiya bê car din li ser mijarê bicive.

Parlementoya Iraqê li ser kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis û “derxistina Amerîka ji Iraqê” bi serokatiya Miehemed Helbûsî cîvneke awarte pêk anî.

Serokwezîrê Iraqê yê ji kar hatiye xistin, Adil Ebdulmehdî jî beşdarî rûniştinê bû.

Hat ragihandin ku firaksiyonên Kurdistanî û parlamenterên Sune beşdarî civînê nebûn.

Hat zanîn parlamenterên ku bo civînê kom bûne, zêdetir ser bi fraksiyona Bîna, fraksiyonên Şîe ve ne ku li ser hejmara wan nezelaliyek hebû.

Li gorî nûçeya Rûdawê parlamenterên Şîe beriya ku rûniştin dest pê bike druşmên "Ji bo Amerîkayê na" û "Bexda wê azad bimîne, Amerîka derkeve" berz kirin.

Danişîna li ser projeyayasaya ku “derxistina hêzên biyanî ji Iraqê” lixwe digire bi piraniya dengên parlementerên beşdar bûne hat qebûlkirin.

Herwiha berî civîn dest pê bike Ofîsa Siyasî ya Hizbullahê ya Iraqê peyama "heger biryarê nepejirînin, dawiya wan dê baş nebe" şandibû têlefonên mobîl ên parlamenteran û gef li wan xwaribû. 

Serkirdeyê hêza milîsên Şîe Rêxistina Asayîb Ehlêheqê Qeys Xezelî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got, "Parlamento heger biryara ku ji bo binpêkirina serweriya Iraqê tê xwestin nestîne, ji îro şûnde ti nirxekî rûniştin û biryarên vê parlemetoyê dê nemîne."