Sîeyên Iraqê ji bo derxistina Amerîkayê yasayê derdixin
PeyamaKurd – Hêzên Şîe yên Iraqê piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê, ragihandin ku ew dê pêşniyar qanûnekê pêşkeşî parlamentoyê bikin da ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê werin derxistin.
Berdevkê Hevpeymana Fetih û Endamê Parastin û Ewlekariyê li Parlamentoya Iraqê Ahmed Esedî ragihand ku pêwîste li Iraqê ti hêzeke biyanî nemîne.
Esedî ji medya Kurdistanê re ragihand, “Komîsyona Qanûndanîn û Parastinê derbarê hêzên biyanî de proje qanûnek amade kir. Bêguman piraniya parlamentaran dixwazin hêzên biyanî derkevin. Ji bo me ya girîng ew e ku hêzên Amerîkî ji Iraqê vekişin.”
Li aliyê din endamê Kurd di Komisyona Parastin û Ewlekariyê de Nasir Herkî jî ragihand ku dê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, ji bo Iraqê metirsiyeke mezin bi xwe re bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin