MSDê hevserokên xwe yên nû hilbijart: Leyla Qereman û Mehmûd el-Mislet

21 December 2023 16:21 0 dîtin
MSDê hevserokên xwe yên nû hilbijart: Leyla Qereman û Mehmûd el-Mislet

Peyama Kurd - Meclîsa Surîyeya Demokratîk (MSD) ya Rojavayê Kurdistanê di 4emîn kongreya xwe de Leyla Qereman û Mehmûd el-Mislet wek hevserokên MSDê hilbijart. 

Kongreya 4emîn ku bi biryareke balkêş li bajarê Reqqayê û bi beşdarîya nûnerên pêkhateyên cihê yên herêmê pêk hat, bi encam bû.

 MSDê di vê kongreya xwe ya çaremîn de, Leyla Qereman û Mehmûd El-Mislet wek hevserokên nû hilbijartin.

Di kongreyê de reşnivîsa belgeya siyasî ya MSD′ê jî hate pesendkirin.

Di kongreyê de Hevserokên berê Emîne Omer û Riyad Dirar payenameya hevserokîyê dane hevserokên nûbijartî Leyla Qereman û Mehmûd El-Mislet..

MSD, balatirên dezgeha sîyasî ya Rojavayê Kurdistanê ye û wek baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê dîtin.