Hevserokên HDPê: Hilbijartina Harris serkeftineke girîng e di dîroka demokrasiya Amerîka de

08 November 2020 17:49 0 dîtin
Hevserokên HDPê: Hilbijartina Harris serkeftineke girîng e di dîroka demokrasiya Amerîka de

PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li ser wekî Serokê Amerîkayê Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris peyameke pîrozbahiyê belav kirin.

Hevserokên HDPê di peyama xwe de pîrozbahî li Biden û Harris kirin û gotin: “"Em li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan, ji ber ku hûn weke Serokê Amerîkayê hatin hilbijartin we pîroz dikin. Em hilbijartina Birêz Kamala Harrîs a cîgirtdiya serok jî, di dîroka demokrasiya Amerîkayê de, weke serkeftineke girîng û xala werçerxê dibînin."

 Hevserokên HDPê di berdewama peyama xwe de diyar kirin: “Em hêvî dikin di polîtîkayên Amerîkayê de mijarên wek demokrasî, maf û azadiyên mirovan, dadmendiya sosyoekonomîk, wekheviya zayendî, nêzîkbûneke ekolojîk ji bo guherîna keşûhewayê li pêş bin û siyaseteke etîk û aştiyane ya derve were şopandin.”