Tirkiye | Ji serokên partiyên opozîsyonê bertekên bo dorpêça ser hevserokên HDPê...
PeyamaKurd – Şimaqa ku duh 18ê Kanûnê polîsan li Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu xistibû, bi beşdariya Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û Pervîn Buldan bi girseyî hat protesto kirin.
Meşa ku ji avahiya navçeya Kadikoy a Stenbolê ya HDPê hat destpêkirin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin ku hevserokê HDPê jî di nav de bûn. Herwiha polîsan nehiştin hevserokên HDPê û rayedarên din bikevin nav avahiya xwe.
Li gorî zanyariyan di encama destwerdana polîsan de gaza rondikrêj jî hat bikaranîn, Hevserokên HDP ya Stenbolê Ferhat Encû û Îlknur Birol jî tê de 35 kes hatin binçavkirin.
Piştî dorpêç û destwerdana polîsan û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê DEVAyê Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bertek û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Kiliçdaroglû li ser hesaba xwe ya twîtterê diyar kir: “Nabe ku serokên tu partiyên siyasî, di bin ti şert û mercan de li ser fermanê bibin muxatabê dorpêça polîsan! Ez, eyba li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar hatiye kirin şermezar dikim.”
Babacan jî ev astengkirina polîsan a bo partiyeke siyasî, red kir û diyar kir, “Nabe ku mudaxelekirina li siyaseta demokratîk bibe tiştekî ji rêzê. Em ê destûrê nedin.”
Herwiha Ahmet Davutoglu jî got, “Gelo Demokrasî çûye betlaneyê. Dorpêça ser serokekî partiyeke siyasî nayê qebûlkirin. Ev astengkirina ku Hevserokê HDPê Mithat Sancar rûbirû bûye nehiqûqî ye. Li Enqerê şandina heyetan bo HDPê û li Stenbolê jî ev bêhiqûqî durûtiya herî dawî ya siyasî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin