Tirkiye | 5 partiyên opozîsyonê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan dibin

06 April 2023 20:37 0 dîtin
Tirkiye | 5 partiyên opozîsyonê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan dibin

PeyamaKurd – Partiyên nava Tifaqa Milet a opozîsyona Tirkiyeyê biryar dan ku bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulanê bibin.

4 partiyên Tifaqa Millet ji bo ku bikarin zêdetir parlamenteran bi dest bînin, biryar dan ku ji nav lîsteya Partiya Komarî ya Gel (CHP) beşdarî hilbijartinan bibin.

Tifaqa Millet ji 6 partiyên opozîsyonê yên CHP, DEVA, Partiya Saadet, Partiya Demokrat, Gelecek û ji partiya IYIPê pêk tê ku beriya niha bi beyanameyekê tifaqa xwe li ser vegerandina sîstema parlamenteriyê ragihandibûn.

Li gorî biryarê partiyên DEVA, Saadet, Demokrat û Gelecek ku pêşî difikirîn bi hevpeymaneke nav Tifaqa Milet beşdarî hilbijartinan bibin, wê di bin navê CHPê de bi yek lîsteya namzedên parlamenteran beşdarî hilbijartinan bibin.

Herwiha CHP û IYIPê jî ji bo 10 bajaran li hev kirine ku bi yek lîsteyê beşdar bibin.

Mebesta opozîsyonê bi vê biryarê ew e ku hem posta serokomariyê hem jî rêjeya piranî ya parlamentoyê bi dest bixin daku bikarin bernameya xwe ya bo vegera sîstema parlamenteriyê bicih werînin.