Li Tirkiyeyê, lîsteyên dengdêran hatin hilawêstin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK), ji bo hilbijartinên ku dê di 14ê Gulana 2023yan de li Tirkiyeyê bên kirin, lîsteyên dengdêran li muxtariyan hatine hilawêstin.
Hat diyarkirin ku YSKê, ji bo hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê û hilbijartinên Giştî yên Parlamenteriya Serdema 28an, lîste amade kirine û ev lîsteyên dengdêran li muxtariyên taxan hatine hilawêstin.
Li gorî hat diyarkirin, lîsteyên hatin hilawêstin û lîsteyên girtiyan û yên hikûmxwarên ji tawanên bi texsîr, ji bo bên rojanekirin, îro saet di 08:00an de li saziyên hilbijartinê yên navçeyan hatin hilawêstin û pêvajoya nerazîbûnê jî pê re dest pê kir.
Hat diyarkirin ku dê lîste di 2yê Nîsanê de bên daxistin û dê pêvajoya nerazîbûnê jî bi dawî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin