HUDA PAR, di lîsteyên AK Partiyê de tevlî hilbijartinan dibe
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, lîsteya namzedên AK Partiyê ya ji bo hilbijartinên 28emîn ên Parlamentoyê, berbijêrên HUDA PARê di îsteyên xwe de nîşan dide.
Hat diyarkirin ku lîsteya berbijêrên AK Partiyê ku diyar bûye, navên berbijêrên HUDA PARê yên ku dê li ser lîsteya AK Partiyê tevli hilbijartinan bibin, wiha ne:
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, di lîsteyên AK Partiyê de Herêma 3yemîn a Stenbolê di rêza 4emîn de.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî, di lîsteya AK Partiyê ya Êlihê de di rêza 2yemîn de ye.
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, di lîsteyên AK Partiyê de di rêza 6emîn de ye.
Serokê Şaxa HUDA PARê ya Diyarbekirê Faruk Dînç, di lîsteya AK Partiyê de li Mêrsîn di rêza 4emîn de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin