Dîplomatê DYAyê Zalmay Xelîlzad: “Girînge hemwelatî tevlî hilbijartinan bibin”

24 September 2024 23:32 0 dîtin
Dîplomatê DYAyê Zalmay Xelîlzad: “Girînge hemwelatî tevlî hilbijartinan bibin”

PeyamaKurd – Balyozê berê yê li Bexdayê yê DYAyê Zalmay Xelîlzad ragihand ku gelek girînge hemwelatiyên Kurdistanê tevlî hilijartina ku dê di 20ê Cotmeha sala 2024an de bibe, ya parlementoya Kurdistanê bibin. Zalmay Xelîlzad li New Yorkê li pirsa peyamnêrê Rûdawê got ku kirina hilbijartina Parlementoya Kurdistanê ciyê dilxweşiyê ye, divê hemwelatiyê Kurdistanê herin ser sindoqan û weha dewam kir:

“Ez bangî temamê Kurdan dikim ku herin ser sindoqan. Hilbijartin ne ew e ku mirov li malê rûnê û di televîzyonê de bişopîne. Divê hun xelkê tevlî hilbijartinê bikin û pêvajoyê bişopînin.

Milletê Kurd dewleta wan nîne. Di encama tevgerên hêzên kolonyalist û yên din de sînoran çêkirine û perçebûna Kurda bêedaletiyekî dîrokiye. Ez bangî Iraqiyan dikim ku ji destûrê re rêz bigrin, hîle nexin nav hilbijartinê.”

Zalmay Xelîlzad got ku divê dadgeh û sîstema darazê ji bo qelskirina Herêma Kurdistanê wekî alavan bikarneynin.

Zalmay Xelîlzad, di salên navbera 2003-2005 balyozê Afganistanê û di navbera salên 2005-2002an balyozê DYAyê yê li Iraqê bû.