Zalmay Xelîlzad: Em 5 hezar leskerên xwe vediksînin

03 September 2019 01:41 0 dîtin
Zalmay Xelîlzad: Em 5 hezar leskerên xwe vediksînin

PeyamaKurd- Demeke dirêje ku di navbera Amerîka û Talîbanê de muzakere tênkirin û serpereştiya muzakereyên bi Afxansitanê re Zalmay Xelîzad dike. Xelîlzad ragihand ku bi Talîbanê re weke prensîb lihev kirine û wê ji 5 baregehên xwe yên leşkerî 5 hezar leşkerên xwe vekişînin.

Xelîlzad bo televîzyoneka ku weşana xwe li Afxansitanê dike ragihand ku bi Talîbanê re lihevkirine û metna peymanê bo serokê Amerîkayê Donald Trump bo erêkirina wî dê peşkeş bike. Eger xalên di peymanê de werin cîh, di nav 135 rojan de wê terka 5 baregehan bikin. Li gor peymanê ji 14 hezar leşkerên Amerîkayê wê 5 hezar ji wan ji 5 baregehan bikşînin.

Xelîlzad got ku di asta yekem de dê şiddeta li Kabîl û eyaleta Perwanê bê kêmkirin. Ev cara 9 ê ye ku li Qatarê, bi Talîbanê re hevdîtin dike û do bi şev çû Kabîlê bi serokkomar Eşref Ganî re hevdîtin kir.

Talîban bo hukumeta Afxansitanê tehdîdeka mezine û gelek deverên Afxansitanê di destê Talîbanê de ne.