Ibrahim Kalin bi nûnerê Amerîka yê Afxanistanê Zalmay Xelîlzad re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın li bajarê Îstenbolê bi nûnerê Amerîkayê yê li Afxanistanê bi Zalmay Xelîlzad re hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de li ser hûrahiya pêşdeçûnên dawiyê yên li Afxanistanê û civîna ku dê li Îstenbolê bibe, ya pêvajoya aştiya Afxanistanê axifîn.
Civîn li baregeha Dolmabahçe ya serokkomariyê ya li Îstenbolê çêbû. Di hevdîtina her dû heyetan de lihev kirin ku wê civîna navbera hukumeta Afxanistanê û Talîbanê li ser bingeha hevdîtinên li Doha ya Qatarê dewam bike.
Lihev kirin ku aştiya li Afxanistanê wê bo herêmê hûzûri, aramî, aştî û refahê bîne. Di civîna her dû heyetan de konsolosê mezin yê Amerîkayê yê li Tirkiyê David Satterfield jî amade bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin