Serokê MIT a Tirkiyê Ibrahim Kalin çû Amerîkayê

04 March 2024 20:42 0 dîtin
Serokê MIT a Tirkiyê Ibrahim Kalin çû Amerîkayê
PeyamaKurd - Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın ji bo hinek têkiliyên d’ıplomatîk deyne û li ser wan biaxife çû Amerîkayê û di seredana xwe ya Amerîkayê de wê bi seroka îstîxbarata Amerîka CIA yê bi William Burns re hevdîtin bike.

Kalın di hevdîtinê de wê li ser mijara têkoşîna bi terorê re bi serokê CIA re, li Koşka Sipî wê, li Kongra Amerîkayê û li wezareta karên derve bi rayedaran re hevdîtinan bike.

Di hevdîtinan de têkoşîna li dijî rêxistinên weka PKK, FETÖ, DEAŞê hene, mijara Sûriyê, Iraqê û Fîlîstînê, her weha şerê Rûsya-Ûkrayna û Qafqasyayê hene.