Ibrahim Kalin bû serokê MITê

05 June 2023 23:10 0 dîtin
Ibrahim Kalin bû serokê MITê

PeyamaKurd – Serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê ragihand ku şêwrimendê Serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın bû serokê MİTê. Ragihandin wehaye:

“Serokkomarê me birêz Recep Tayip Erdoğan ji bo serokatiya MİT ê birêz İbrahim Kalın tayîn kiriye.”

İbrahim Kalın bi xwe ji bajarê Erzeromê ji navça İspirliyê ye. Ji beşa dîrokê ya Zankoya Îstenbolê derçûye. Lîsansa bilind li Malezyayê kiriye. Di sala 2002an de li zankoya George Washingtonê bûye doktor. Bi xwe akademîsye ne. Di sala 2020an de bûye profesor. Ji sala 2018an heya niha serşêwrimendê serokkomariya Tirkiyê ye. Zewcandî û 3 zarokên wî hene.