HDP û partiyên tifaqê biryar dan ku bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinan
PeyamaKurd – Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP pêşengiya wê dike, îro 16ê Adarê bi rojeva hilbijartinên 14ê Gulanê li paytexta Tirkiye Enqerê civiya.
Li gorî zanyariyan biryar hat dayîn ku hemû partiyên nava hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinan.
Beriya niha hin partiyên çep nava tifaqa HDPê dixwestin li hin herêm û bajaran bi navê xwe bikevin hilbijartinan, lê HDPê ji bo destxistina hejmara parlamenteran kêm nebe, ew daxwaz red dikir.
Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê niha 3 tifaqên sereke Tifaqa Cumhur, Tifaqa Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê hene.
Li gorî sîstema nû ya hilbijartinên Tirkiyeyê, partiyên nava tifaqan heger benda ji sedî 7 derbas nekin nikarin parlementeran werbigirin, lê heger bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinan û benda sedî 7 bi giştî derbas bikin, parlementeran dikarin bişînin parlementoyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin