Îranê, di derbarê Partiyên Rojhilatî de biryarek da!

28 August 2023 16:46 0 dîtin
Îranê, di derbarê Partiyên Rojhilatî de biryarek da!

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku wan ji Iraq û Neteweyên Yekbûyî re ragihandine ku ew dema bêçekkirina partiyên Rojhilat (Rojhilatê Kurdistanê) dirêj nakin.

Nasir Kenanî, di civîna xwe ya heftane ya rojnamevaniyê de eşkere kir ku li gorî rêkeftina ligel hikûmeta Iraqê, divê komên opozîsyonê bên bêçekkirin, ji baregehên xwe bên derxistin û ji bo kampên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine diyarkirin bên veguhestin.

Berdev Kenanî tekez kir ku dema ku ji bo cîbicîkirina rêkeftinê hatibû diyarkirin di 19ê Îlona 2023yan de bi dawî bûye û diyar kir ku ew bi tu awayî vê demê dirêj nakin û diyar kir ku wan ev mijar bi cuda ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî re ragihandiye.

Her wiha Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Misteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê 19ê Adara 2023an bi serokatiya Mihemed Şîa Es-Sudanî serokwezîrê Iraqê li Bexdayê civînek li dar xistibû û di civînê de protokola asayîşê hatibû destnîşankirin ku di nav de xebatên partiyên Rojhilat li Herêma Kurdistanê hatibûn rawestandin. Di protokolê de biryarên li ser parastina ewlehiya sînorên di navbera herdu welatan de hatin girtin.

Sererkanê Îranê General Mihemed Bakirî di daxuyaniyeke ku roja 11ê Tîrmehê dabû de gotibû ku heger heta meha îlonê neyên bêçekkirin, ew ê partiyên Kurd ên Rojhilatî yên ku kampên wan li Herêma Kurdistanê ne, hîn tundtir bikin hedef.