Di derbarê Serokkomarê Îranê de agahiyên dawî: Hê jî nehate dîtin
PeyamaKurd - Helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şanda pê re ku ji parêzgeha Azerbaycana Rojhilat vedigeriya parêzgeha Tebrîzê kete xwarê.
Di helîkoptera ku Serokomar Reîsî tê de bû Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Ebdullahiyan, Parêzgerê Parêzgeha Azerbaycana Rojhelat Malik Rahmetî û Melayê Îniyê yê Tebrîzê Ayetullah Elî Haşim ji hebûn.
Herêma ku bûyer lê qewimiye, nêzîkî 600 kîlometreyan li bakurê rojavayê paytext Tehranê, li nêzîkî bajarê Colfa yê, li ser sînorê Azerbeycanê ye.
Tirkiye helîkopterên şevdîter şandin
Hate ragihandin ku tîmên rizgarkirinê di bin şert û mercên xirab ên hewayê de hewl didin xwe bigihînin herêma ku bûyer lê qewimiye. Her wiha hate diyarkirin ku Tirkiyeyê jî ji bo dîtina helîkopterê, helîkopterên xwe yênxwedî taybetiya dîtina şevê ne şandiye herêmê.
Fermandarê Îranê: Me ji helîkopterê sînyala wergirt
Fermandarê Pasdaran ên Parêzgeha Azerbaycana Rojhelat Asger Abbas Golîzade, di derbarê bûyerê de got: "Berî çend xulekan ji helîkopterê û ji telefona mobîl a yek ji xebatkarên helîkopterê sînyalek hate wergirtin."
NY, Herêma Kurdistanê û gellek welatan peyamên piştgiriyê ragihandin
Piştî ku agahiya ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di çapemeniya cîhanê de belav bû, di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û gellek welatan, li dû hev peyamên piştgiriyê dan.
Li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Tirkiye, Kuweyt, Rûsya, Sûriye, Urdun, Lubnan, Katar û gellek welatên din û her wiha Hemasê jî peyama piştgiriya bi Îranê re dan.
Xamaneyî: Ji bo Îbrahîm Reîsî niyaza saxiyê bikin
Piştî bûyerê, Rêberê Olî yê rejîma Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî bi rayedarên Artêşa Pasdaran re hevdîtin pik anî.
Piştî hevdîtinê Ayetullah Xamaneyî ji raya giştî xwest ku ji bo Serokomar û rayedarên din ên di helîkopterê de ji xwedê niyaza saxiya wan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin