Agahiyên dawî yên kûlîsê derbarê namzedê HDPê de
PeyamaKurd – Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku di heman demê de serokê AKPê ye, ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê 14ê Gulanê îşaret kir, rojeva hilbijartinan li Tirkiyeyê di nav partiyên opozîsyonê de jî germ bûye û xebatên bo diyarkirina namzedê serokomariyê zêde bûne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya niha ragihandibû ku ew dê li derveyê maseya 6 partiyan a CHP û IYI Partî serkêşiya wê dikin, namzedê xwe destnîşan û eşkere bikin.
Li gorî agahiyên dawî yên kûlîsan tê îdiakirin ku heger HDP di encama muzakereyan de bi maseya 6 partiyan re li hev bike, bi îhtimaleke mezin wê namzedê xwe beriya gera yekem a hilbijartinê vekişîne.
Li aliyê din di nav HDPê de xebatên bo diyarkirina namzedê serokomariyê dewam dikin û li gorî agahiyên dawî 2 namzed diyar bûne û îhtimal heye namzedê HDPê jin be ku HDPê ji vê îdiayê re nabêje na.
Tê çaverêkirin HDP 24ê Çileyê bi partiyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê re bicive û li ser pêşniyarên namzedê xwe gotûbêjan bike û piştre jî di meha Sibatê de eşkere bike.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, hefteya borî di koma partiya xwe ya parlamentoyê de dubare kiribû ku ew dê namzedê xwe eşkere bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin