Di derbarê belavkirina agahiyên 3,3 milyon Sûriyeyî de lêkolîn hate destpêkirin

05 July 2024 13:14 0 dîtin
Di derbarê belavkirina agahiyên 3,3 milyon Sûriyeyî de lêkolîn hate destpêkirin

PeyamaKurd - Piştî ku di torên medyaya civakî de agahiyên gring ên 3,3 milyon Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê tomarkirî ne hatin belavkirin, Serokatiya Rêveberiya Koçê ya Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî beleav kir û da zanîn ku di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li ser torên medyaya civakî nav, paşnav, hejmara telefonan, pasaport û navnîşanên 3,3 milyon koçberên Sûriyeyî hatibûn belavkirin.

Serokatiya Rêveberiya Koçê diyar kir ku hin ji wan agahiyan, ji agahiyên ku di sîstema dewletê de ne cuda ne û got:

“Li ser agahiyan lêkolîn hatiye destpêkirin, hat tesbîtkirin hin ji wan agahiyan û agahiyên Serokatiya Rêveberiya Koçê ji hev cuda ne.

Ji bo bê tesbîtkirin ka ev agahî yên kîjan salê ne, ji kijan jêderan û kengî hatine wergirtin, dest bi lêkolîneke berfireh hatiye hatiye kirin.”

Serokatiya Rêveberiya Koçê ya Tirkiyeyê amaje pê kir ku wê piştî lêkolînê agahiyên di derbarê vê mijarê de bi raya giştî re bê parvekirin.

Weke tê zanîn, di komên telegramê de nav, paşnav, hejmara telefonê, pasaport û navnîşanên 3,3 milyon koçberên Sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê dijîn hatibûn belavkirin.

Hesabê bi navê “ayaklanist” gotibû ku navnîşanên hemû koçberên Sûriyeyî pê re hene û ew dikare wan agahiyan bide kesên ku dixwazin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê jî piştre diyar kiribû ku kesekî 14 salî yê bi navê E.P. wî hesabî kontrol dike û hemû agahî bi rêya heman hesabî (ayaklanist) hatine belavkirin.

Wezaretê herwiha destnîşan kiribû ku E.P. hatiye desteserkirin.