DYA ji Îsraîlê xwest di derbarê hêrisa Dibistana NY de agahiyên zelal bide
PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Îsraîlê xwest ku di di derbarê hêrişa asmanî ya li ser dibistana Nuseyratê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li navenda Xezzeyê agahiyên zelal û mîsoger bide.
Di vê dibistana ku di encama hêrişa Îsraîlê de herî kêm 35 kesan can dan de Filistîniyên ji cîh û warên xwe koç kiribûn tê de hatibûn bi cihkirin.
Rojnamegerên herêmê ragihandin ku frokeyeke şer a Îsraîlê 2 mûşek avêtin polên qatên jor ên dibistana kampa penaberan a Nuseyratê.
Arteşa İsraile angaşt ku ev dibistan biryargeheke Hemasê bûye û ji ber vê yekê wan li dijî dibistanê “hêrişeke bi bandor pêk aniye. Hemasê ev angaşta Îsarîlê red kir.
Miller: Bila Îsraîl agahiyên zelal aşkere bike
Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Matthew Miller di derbarê mijarê de ji Îsraîlê xwest ku nasnameya çekdarên Hemasê yên ku Îsraîlê angaşt ku ew kuştine bi raya giştî re parve bike.
Îsraîl, gelek caran nasnameya çekdarên Hemasê yên ku di hêrişên asmanî de têne kuştin aşkere dike, lê belê DYA kêm caran bangên wiha dike.
Miller her wiha got: "Hikûmeta Îsraîlê gotibû ku ew ê di derbarê vê hêrişê de agahiyên berfireh ku navên kuştiyan jî tê de bidin. Em ji wan hêvî dikin ku ji bo aşkerekirina van agahiyan bi tevahî zelal bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin