Televîzyona Îsraîlê: YGPê ji Îsraîlê alîkarî xwest
PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN îdia kir ku YPGê ji bo razîkirina rêveberiya Washingtonê ji bo ku Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne alîkariyê ji Îsraîlê xwest.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê ya KANê, hat îdiakirin ku ji ber îhtîmala vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê di nav YPGê da atmosfereke nîgeranî û panîkê heye.
Endamekî YGPê yê ku navê wî nehate zanîn ji KANê re axivî û got ku piştgiriya siyasî ya Îsraîlê ji YPGê re li ser platformên navneteweyî, ekîba Serokê hilbijartî yê DYAyê Donald Trump qanih kir ku piştgiriya xwe ya ji bo koalîsyona navneteweyî ya li Sûriyeyê bidomîne û gefên Tirkiyeyê rawestîne. Wî diyar kir ku ev yek wê ji bo têkiliyên YPG û Îsraîlê bibe qonaxeke dîrokî.
Herwiha di nûçeyê de hate destnîşankirin ku di hefteyên dawî de di navbera Îsraîl û YPGê de kanaleke ragihandinê hatiye avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin