Televîzyona Îsraîlê: Dibe artêsa Îsraîlê li serokên Hamasê sûîqastan bike

18 May 2022 01:18 0 dîtin
Televîzyona Îsraîlê: Dibe artêsa Îsraîlê li serokên Hamasê sûîqastan bike

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN ragihand ku dibe artêşa Îsraîlê li serokên Hamasê sûîkastan bike. Li gor ragihandina televizyona KAN ê ku xebera xwe dibe ser binkeyên çavkaniyên leşkerî yên di asta bilind de ku nexwestiye navê wî bê gotin, weha gotiye:

“Artêşa Îsraîlê hêjî kuştina rêvebirê Xezzayê yê Hamasê Yahya es-Sinwar û berpirsê baskê leşkerî fermandarê tûxayên el-Qassamê ed-Dayfa, her dû jî weka bijareteyekî ji xwe re dibîne. Lê divê bidin ber çav ku wê ji bo van kiryaran bertek bên nîşandan.”

Parlemeneterên Îsraîlê, hinek rêvebirên berê û rojnamevan li ser kuştina 3 Îsraîliyên ku di 5 ê gulanê de hatibûn kuştin, xwestibûn ku piştî bûyerê es-Sinwar bê kuştin.