Artêsa Îsraîlê: Dibe ku Yehya Sînwar hatibe kustin, lê hîn tespît nebûye
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew niha li ser îhtimala kuştina Serokê nû yê Hemasê Yehya Sînwar lêkolînê dikin.
Hêzên Çekdarên Îsarîlê (IDF) ragihand, “Di operasyonên ser Xezeyê de 3 terorîst ji holê hatin rakirin. Niha lêkolîn li ser îhtimala ku yek ji wan Yehya Sînwar e (Serokê Hemasê) tê kirin. Di vê qonaxê de nasnameya terorîstan nayê tespîtkirin.”
Herwiha hatiye gotin ku li cihê bûyerê, ti şopeke rehîneyên Îsraîlî jî nehatiye dîtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Yehya Sînwar li şûna Îsmaîl Heniye wek serokê Hemasê hatibû diyarkirin ku ji aliyê Îsraîlê ve li Tehranê bi sûîqestê hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin