Televîzyona dewletê ya Îsraîlê: Amadekariyên operasyona bejayî qediyan
PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê diyar kir, artêşa Îsraîlê amadekariyên xwe yên ji bo operasyona bejayî ya li ser Şerîda Gazzeyê temam kirine.
Di nûçeya KANê de hat diyarkirin ku ev 3 roj in li herêma sînorê Gazzeyê di navbera artêşa Îsraîlê û komên Filistînî de pevçûn dernakeve.
Di nûçeyê de hat gotin, "Hemû geşedanên liv û tevgera hêzan jî di nav de, nîşan dide ku artêşa Îsraîlê amadekariyên xwe yên ji bo ketina Şerîda Gazzeyê temam kirine."
Hat destnişankirin ku operasyona bejaye ya ku li Gazzeye were kirin, qonaxa duyem a şer e "Piştî paqijkirina wargehên cihûyan ji Filistîniyên çekdar".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin