Amerîka 705 mîlyon dolar alîkarî dide Îsraîlê

26 March 2018 17:15 0 dîtin
Amerîka 705 mîlyon dolar alîkarî dide Îsraîlê

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman ragihand ku bo sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê, Kongre ya Amerîka dayîna 705 mîlyon dolar pereyî qebûl kiriye.

Wezîrê parstinê yê Amerîkayê Avigdor Liberman beyaneka nivîskî da û got: “Ez gelek kêfxweşim ku kongre ya Amerîka bo bernama sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê dayîna miqdareka perê zêde qebûl kiriye.”

Liberman got ku wê pêşdebirina sîstema parastina hewayî ya pirqatî dewam bikin û dijminê ku dixwazin zerarê bidin Îsraîlê wê li hemberê teknîka Îsraîliyan şaş bimînin.