Amerîka di posta 19 em de bi 775 mîlyon dolarî sîlih dide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku wê ji bo Ûkraynayê bi bihayê 775 mîlyon dolarî desteka sîlih bide Ûkraynayê. Di nav alîkariya çekan de muhîmmatên hesas yên ku di roketavêjên HIMARS an de tên bikaranîn, 1000 fuzeyên Javelin, 1500 fuzeyên tamksawarên TOW û 50 alavên zirxî yên Humvee hene.
Hem wê Amerîka 15 dronên ScanEagle, fuzeyên antî-radar yên lezgîn (HARM),16 heb obusên105 mm û 36 hezar guleyên wan dê bişînin. Pentagonê got ku bi van alîkariyan destekê didin rawestandina pêşdeçûna Rûsyayê li ser axa Ûkraynayê û weha got:
“Hun dibînin di seha şer de Rûsya qet pêşde naçe. Rûsya, bi taybetî di dema ku sîstemên HIMARS ê li hemberê wan bikartînin, dema êrîş dikin Ûkraynayê bedelên zêde didin. Zayîatên Rûsya çêdibin û nikarin pêş de herin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin